Beştaş: Divê Meclis ji bo lêkolîna bûyera Garê bikeve tevgerê

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş derbarê êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê û kuştina 13 leşkerên dîl got, “Desthilat wê nikare li ser sûcê xwe bigire”

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist.

Meral Daniş Beştaş derbarê rûniştina li Meclîsê ya agahdarkirina operasyona Garê ji aliyê Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû û Wezîrê Parastinê Hulusî Akar ve pêk hat axivî.

Meral diyar kir ku desthilatê hesabê Garê nedaye û got, “Desthilat wê nikare li ser sûcê xwe bigire”

Beştaş anî ziman ku pêwîst e Meclîs ji bo lêkolîna meseleya Garê berpirsiyariyê bigire ser milê xwe û her tiştên li wir qewimîne bi zelalî derxe holê.

Meral destnîşankir ku Tirkiyê bi polîtîkaya şer ti pirsgirêk çareser nekiriye.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku HDP her tim li dijî operasyonên derveyî welat û siyaseta şer derketiye û got:

“HDP her tim ji bo rêyên çareseriyê û aştiyê amade ye.

Ji bo em rêyên çareseriyê derxin holê gel deng dide me.”

Back to top button