PDK’ê bi hêncetên cuda 6 rojnamevan û çalakger avêt zîndanê. Parlementer û Sendîkayên Rojnamevanan yên başûr nerazîbûn nîşanî girtina rojnamegeran dan.
Komîsyona Başûr a Komgreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa girtina 6 rojnameger û çalakvanan şermezar kir.
Zext û êrîşên li dijî rojnameger û çalakvanên li başûrê Kurdistanê bi taybetî li herêmên di bin kontrola PDK’ê de zêde dibin.
Duh Dahdgeha Hewlêrê li Şêrwan Şêrwanî, Eyaz Kerîm, Şivan Seîd, Harîwan Îsa û Guhdar Zêbarî her yek ji wan 6 sal cezayê girtîgehê birî. Nerazîbûnên li hemberî vê biryarê zêde dibin.
Komîsyona Başûr a Komgreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa(KCDK-E) biryara Dadgehê ya cezakirina 6 rojnameger û çalakvanan şermezar kir.
Komîsyonê ragihand ku bingeha qanûnî ya vê bîryarê nîne.
Komîsyona Başûr a KCDK-E bang li hemû kesayet û kom û rêxistinên derveyî welat kir ku li dijî biryarê derkevin.
Sendikaya Rojnamegeran: Divê rojnemeger û çalakvan bên berdan
Sendîkaya Rojnamegeran bi daxuyaniyek ragihand ku divê kesên duh li Hewlêrê hatine girtin werin berdan.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Pêwîste Herêma Kurdistanê hemû azadiya fikir û çalakiyên sivîlî mîsoger bike. Her wiha sendîka daxwaza azadkirina van welatiyane dike. ”
Parlementerên Başûr nerazîbûn nîşan dan
Parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryara girtina rojnameger û aktivîstên Herêma Behdînanê weke biryarek ne adil binavkirin.
Parlamenter Belên Îsmaîl li ser girtina rojnameger û çalakvanan got; “Dema kesek were girtin, divê sucek li ser hebe, lê ti sûcek li ser çalakvanên Behdînanê nîne ku werin ceza kirin.”
Parlamenter Dr. Şayan jî got; “Girtina wan bi guma e. Ti sucek wan nîne, tenê weke rojnameger di komek de agahî bi hev re şandine. Rola dozgerê giştî ya nava dadgehê gelek xirab bû.”