Sazî û partiyên Kurdan ên li Ewropayê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê banga tevlîbûna meş û mîtîngên 20’ê sibatê kirin.
Sazî û partiyên Kurd ên li Ewropayê li gel Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a li Ewropayê, têkildarî meş û mîtîngên ji bo Efrînê ku wê li tevahiya cîhanê bên lidarxistin daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, 20’ê sibatê roja Şemiyê, ji bo piştgiriya bi Efrînê re li Ewropa, Kanada û Awûstalyayê wê meş û mîtîng li dar bikevin.
Wê meş û mîtîng bi dirûşma ‘Na ji dagirkeriyê re, Na ji qirkirina jinê re’ pêk werin.
Sazî û partiyên Kurd ên li Ewropayê bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku bi rihê berxwedana Şoreşa Rojava li dijî dagirkeriya li Efrînê beşdarî çalakiyan bibin.