Hêzên hikmeta Şamê Cebel El-Zawiyê topbaran kir

Li gel firîna balefirên keşfê yên Rûsî li asmanê Idlibê, hêzên hikumeta Şamê deverên Cebel El-Zawiyê topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumetê gundên El-Fitêra ,Kensefera û Sifûhin ên Cebel El-zawiyê û El-Enkawî li Sehil El-Xab yê bakur- rojavayê Hemayê, bi awayekî giran topbaran kirin.

30 maşîneyên din yên Tirkiyê derbasî Idlibê bûn

Li aliyeke din jî ,dewleta Tirk a dagirker şandina çekan bo Idlibê didomîne û duh 30 maşîneyên din derbasî Idlibê kirin.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku duh dewleta Tirk 30 maşêniyên leşkerî û alavên leşkerî û lojistîk ,di dergeha Kefer losîn re derbasî Idlibê kirin.

Li gorî Çavdêriyê ,heya niha jimara maşîne û alavên leşkerî ku dewleta Tirk derbasî herêmê kirine, bû zêdeyî 9 hezar û 615’an.

Back to top button