Biden: Em bi welatiyên Kubayê re ne

Belê her xwepêşandanên li Kuba, welatên cîhanê jî anîne pêşberî hev.
Serokê DYA Biden piştevaniya Kubayîyan kir.
Venezuela jî dibêje, ewê heta dawî bi rêveberiya Kubayê re bin.

Serokê DYA Joe Bide bi rêya daxuyaniyeke nivîskî piştevaniya xwe ya ji bo xwepêşandanên li Kuba anî ziman.

Joe Biden bang li rêveberiya Kuba kir ku li dijî xwepêşandêran tundiyê bikar neêne û guh bide daxwaza gel.

Biden anî ziman ku Kubayî bi awayekî wêrekî tenê daxwazên xwe yên bingehîn tîin ziman û li mafê xwe digerin.

Maduro: Em bi hikumeta Kubayê re ne

Serokdewletê Venezuela Nicolas Maduro ragihand ku ew li dijî xwepêşandêran piştevaniya xwe ji bo hikumeta Kubayê nîşan didin.

Maduro di axaftina xwe ya ji bo gel re wiha got:

“Ez heta dawî piştgiriyê didim Serok Miguel Diaz-Canel, gelê Kubayê û hikumeta şoreşger a Kubayê.

Em di demên xweş û xirab de bira ne û Kuba wê pêşdeçûna xwe bidomîne.”

Her wiha Meksîka û Rûsya teqez kir ku nabe ti welatek destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Kubayê bike.

Back to top button