Yekîtiya Ewropayê pereyên didan enqereyê, rawestand

Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî gelek bertek derketin, lê gavên ber bi çav nehatin avêtin.
Yekem aliyê ku ev bertek kir piratîkê Bankaya Razemeniyan a Yekîtiya Ewropayê-EIB bû,
Bankê pereyên dida Enqereyê rawestand.

Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê “Frankfurter Allgemeinen Zeitung” ragihand ku bankayê pereyên ku plan dikir bide tirkiyê rawestand.

Li gorî rojmaneyê hat ragihandin ku Bankaya Razemaniyê ya Ewropayê wê pereyên ku ji bo projeyên di nava salê de bên kirin pereyên ku divê bide Tirkiye neşîne û bersiva neyînî bide.

Bankayê herî dawî ji bo projeyeke kanalîzasyonê ya Tir

kiyeyê ku di nava salê de serî lê dabûn, wê 67 milyon Euroyî bide Tirkiyê pejirandibû.

Ji aliyê din ve rayedarên Yekîtiya Ewrûpayê û Parlamena Ewrûpayê sibe ji bo pêkanînên li dijî dewleta Tirk ên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava wê li hev kom bibin.

Çav li rê ye ku di rojên pêş de Parlamena Ewrûpayê jî ji ber êrîşên dagirker yên dewleta Tirk hin biryaran werbigire.

Leave a Reply

Back to top button