DAIŞ’ê careke din dest bi dizî û talanê kir in

Çeteyên ku dewleta Tirk kom kiribûn bi navê “Artêşa Niştemanî ya Sûrî” di êrîşên dagirker de dabûn pêş bi heman awayî kiryarên DAIŞ’ê dubare dikin.
Lê êşkere dibe ku gelek çeteyên hatine komkirin endamên DAIŞ’ê yên berê ne û ji nû ve vegeriyan herêmê.
Piştî dewleta Tirk bajarê Girê Spî dagir kir, çeteyên DAIŞ`ê dîsa Ii bajêr vegeriyan û dest bi wêrankirina depoya Dehlîz a rojhilatê bajarokê Silûk ê bejahiya rojhilatê bajarê Girê Spî kir.

Çavkaniyekî ji hundirê bajarê Girê Spî ragihand, ku çeteyê bi navê Îsmaîl Îdo ku li Girê Spî berpirsê teqemaniya DAIŞ`ê bû, piştî dewleta Tirk bajar dagirker, tevî 150 çeteyên DAIŞ`ê dîsa vegeriya bajêr.

Her wiha heman çavkanî destnîşan kir ku çeteyê bi navê Xalid Bin Welîd ku li bajarokê Silûkê di qada çapemeniyê de bû, vegeriyaye.

Her wiha Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî teqez kir ku malbata Belo ya hebûna DAIŞ li herêmê erê dike; vegeriyan Girê Spî.

Di milekî din de çeteyên artêşa Tirk dest bi talankirin û dizîna depoya Dehlîz a li bajarokê Silûkê yê Girê Spî kirin û genim, ceh, semadê difiroşin.

Leave a Reply

Back to top button