Hikumeta faşîst a AKP’ê dest danî ser 4 şaredariyên din ên HDP’ê

Dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûrî êrîş û kirinên derexlaqî pêk tîne, li Bakurê Kurdistanê jî AKP’ê bênavber kirinên xwe yên faşîst didomîne .
Piştî dagirkirina şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, niha 4 şaredariyên din dagir kirin û li şûna wan qeyûmên xwe bi cih kirin .
Şaredariya Peyas, Bismil, Karaz û Erdîşê yên HDP’î jî hatin dagirkirin .

Wezareta Karên Hundir a Tirk li Şaredariyên navçeyên Peyas, Bismil û Karaz ên Amedê û navçeya Erdîş a Wanê yên HDP’î qeyûm bi cih kir.

Polîsên Tirk serê sibehê avahiya şaredariya Peyasê ya Amedê dorpêç kirin û diyar kirin ku qeyûm lê hatiye erkdarkirin.

Polîsên Tirk piştre endamên meclisa şaredariyê bi lêdanê ji avahiyê derxistin.

Piştre jî avahiya şaredariyê bi bendên polîsan dorpêç kirin.

Heta niha dibin 10 şaredarî ku hikumeta faşîst a AKP’ê ew dagir kirine û li şûna hevşaredarên HDP’ê qeyûmên xwe bi cih kirine.

Di operasyonên qirkirina siyasî yên doh de jî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz, Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazli-er hatibûn binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button