Fona Alîkariya Zarokan a NY UNICEF, ragihand ” Ji destpêka belavbûna nexweşiya Coronayê milyonek û 600 hezar zarok ji ber vîrûsê ji xwendinê bêpar man.” û daxwaza vekirina dibistanan li welatan kir.
UNICEF ragihand vîrûsa Corona li tevahî cîhanê bû sedem ku perwerdekirina zarokan were rawestandin û ev yek wê bandorê li pêşveçûnê bike.
UNICEF li ser wê tekez kir ku gerek alîkarî ji bo zarokan were dayîn da karibin xwendina xwe dewam bikin û pêşeroja wan were parastin.
Ev daxuyaniya UNICEF di demekê de tê ku hin welatên Ewropayê ji ber jimara zêde ya pêketiyan li ber sepandina rêkarên dijwar in.
Ji wan Awusturya û Almanya ne ku jimareke zêde ya welatiyên wan nû bi vîrûsê ketine.