QSD’ê: Dewleta Tirk bi êrişan nahêle cotkar jî karê xwe bikin

QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Til Temir, Eyn Îsa û Girê Spî didomîne û cotkar ji xebatên wan ên çandiniyê bêpar hiştine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk – QSD’ê têkildarî êrişan ev agahî dan “Cotkarên gundê Um Beramîl, Mielek, Dibis ên Eyn Îsa û yên Til Temir û Zirganê ku zeviyên wan nêzî eniyên şer in ji ber êrişên dewleta Tirk neçar mane xebatên xwe rawestînin.”

QSD’ê ragihand “Artêşa Tirk a dagirker êrişî gundên Selîbî, depoyên Qizelî û Muxtariyê yên rojavayê Girê Spî kir û cotkarên li herêmê bi êrişên sekvanî kirin armanc.

Her wiha destnîşan kir ku ev êrişên li kêleka xirakirina xwezaya herêmê, dibe pirsgirêk di peydakirina xwarinê de û bandorê li debara jiyanê dike.

QSD’ê tekez kir ku artêşa dagirker bi van êrişan peymana agirbestê binpê dike û nahêle şêniyên herêmê qûtên xwe yên rojane dabîn bike.

Back to top button