Yekîtiya Ewrûpayê cezakirina Belarûsê erê kir

Bi rojan e li sînorê Belarûs-Polonya, bi hezaran koçber asê mane û di rewşeke xerab de ne. Mijara van koçberan duh bû rojeva civîna YE ya li Brukselê. Ji ber Belarûs berê van koçberan dide Ewrûpayê; di civînê de, YE cezakirina Belarûsê erê kir. Serokê Belarûsê jî dibêje, Eger ev ceza werin sepandin wê bersiva me tund be. Wezîrê Karên Derve ya Almanyayê Heîko Maas jî eşkere got ” Wê Almanya ti koçbeî ji wan pêşwazî neke.”

Doh li bajarê Brûksel yê Belçîkayê civîna Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê pêk hat.

Di civînê de mijara koçberên li sînorê Belarûs-Polonya hat nîqaşkirin.

Di civînê de û piştî nîqaşan Yekîtiya Ewrûpayê biryara cezakirina Belarûsê erê kir.

Li gorî vê,

“Her kes û şîrketên hewayî yên rêya koçberiyê hêsan kirin, wê werin cezakirin.”

Yekîtiya Ewrûpayê serokê Belarûsê Alxsander Lukaşenko bi wê yekê tawanbar dike ku berê mirovên Rojhilata Navîn dide Ewrûpayê.

Lukaşenko: Eger ceza werin sepandin, wê bersiva me tund be

Yekser, Lukaşenko bersiva van biryaran da û tekez kir çi cezane din li ser welatê wî werin sepandin wê bersiva wan tund be.

Heiko Maas: Wê Almanya pêşwaziya koçberan neke û divê vegerin welatên xwe

Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Heîko Maas jî duh û piştî civîna YE’ê bi awayekî eşkere li dijî wergirtina koçberan derket.

Maas got: “Em dibînin rewş ber bi xirabûnê ve diçe. Divê koçber vegerin welatên ku jê hatine.”

Maas diyar kir ku divê destûr neyê dayîn ku Serokê Belarûsê Alexander Lûkashwnko rewşa van koçbera ji bo xwe bi kar bîne.

Back to top button