Li Efrînê çeteyan 4 malên şêniyê bi navê Ehmed Elî firotin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, 4 malên şêniyê bi navê Ehmed Elî li taxa Eşrefiyê ya Efrînê bi hezar dolarî firotin.

Malpera Afrîn Post eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker, 4 malên şêniyê bi Ehmed Elî yê ji gundê Memala yê navçeya Recoyê desteser kirin.

Malperê diyar kir jî ku, tevî Ehmed li cem qaşo Şirta El-Eskeriyê gilî kiriye, lê çeteyan mal venegerandin û her yek jî bi hezar dolarî firotin.

Çeteyan ji gundê Gemrûkê 10 sivîl revandin

Li aliyekî din, di çarçoveya xwestina fidyê de, artêşa Tirk û çeteyên xwe 10 sivîl ji gundê Gemrûkê yê Şerayê revandin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ev yek piştrast kir û diyar kir ku çeteyan bi tawanên nerast, şênî ber bi cihekî nediyar ve revandin.

Her wiha çavdêriyê eşkere kir jî ku, çeteyan ji gundê Şêxotika yê Mabeta 3 sivîl ji heman malbatê revandin.

Li gundê Hêkiçê yê Şiyê jî, çeteyan jê 2 jin, 5 sivîl revandin.

Back to top button