Şaneya Aloziyê ya herêma Firatê ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa coronayê hin tedbîr girtin..
Şaneya Aloziyê ya herêmê ev biryar dan:
Têketin û derketina li herêma Firatê qedexe ye, ji bilî rewşên mirovî, madeyên xwarin û alîkariyê.
Kombûn li qehwexane, gulîstan û holên şahiyan tê qedexekirin.
Xwaringeh tenê ji bo dabînkirina pêdiviyên derve dixebitin.
Nimêja li mizgeft û konên sersaxiyê qedexe ne.
Serdana nexweşxane û girtîgehan tê qedexekirin.
Xebata perwerdeyê li tevahî dibistan, dayîngeh, baxçeyên zarokan û peymangehên taybet tê derengxistin.
Divê tedbîrên xweparastinê ji lixwekirina devpoşk, lepik, bidûrketin û parastina paqijiya giştî, pêk bên.
Li gorî Şaneya aloziyê ev biryar ji dîroka derketinê û heta 28’ê Tebaxê dewam dike.



