DBP: Rapora CPT girîng e lê têr nake

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk-DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku piştraskirina CPT’î ya tecrîda li Îmraliyê girîng e, lê têr nake. Divê CPT xebateke berfirehtir ji bo dawîanîna tecrîdê bike da dewleta Tirk tecrîdê bi dawî bike. Bayindir da zanîn ku heta tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî nebe, wê qeyrana aborî ya li Tirkiyê û zextên li ser hêzên demokrasiyê jî bi dawî nebin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk-DBP’ê Keskîn Bayindir, derb arê rapora CPT û tecrîda li ser Rêber Ocalan ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Keskîn Bayindir dibêje:

“CPT, cara yekê ye ku ev qasî zelal pergala tecrîdê ya Îmraliyê, pênase dike.

Ev yek girîng e, lê têrê nake.

Divê CPT ji bo dawîanîna tecrîdê hemû welatên endamên Konseya Ewropayê ji bo vê yekê bixe nava liv û tevgerê da ku dewleta Tirk tecrîdê bi dawî bike.”

DBP: Divê hêzên demokrasiyê ji bo bidawîkirina tecrîdê têkoşîneke hevpar bikin

Bayindir, bi bîr xist ku piştî 5 Nîsana 2015’an, hevdîtinên bi Rêber Ocalan re hatin qutkirin, şer giran bûye û got:

“Piştî qutkirina van hevdîtinan, li Tirkiyê qeyrana aborî kûr bû, rewşa polîtîkaya derveyî û ya nebirêvebirinê, aloz bû.

Zext, kuştin û girtina Kurdan zêde bû, ev kirin hemû rasterast bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ne.”

Keskîn Bayindir da zanîn ku heta tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî nebe, dê qeyrana aborî ya li Tirkiyê, rewşa şerê ku kûr bûye û zextên li ser hêzên demokrasiyê jî bi dawî nebin.

Bayindir, destnîşan kir ku ên dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, destpêkê divê Ocalan muxatib bigirin.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê bang li hêzên demokrasiyê kir ku ji bo polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin, di çarçoveya têkoşîneke hevpar de werin gel hev.

Back to top button