Parlamentoya Iraqê kabîneya Sûdanî erê kir

Li Iraqê piştî bêtirî salekê, serokomar û serokwezîrê nû hatin hilbijartin.
Parlamentoya Iraqê ya ji bo erêkirina kabîneya Mihemed Şiya Sudanî kombûyî kabîneya wî erê kir.
Bi vê yekê re êdî Sûdanî bi awayekî fermî bû serokwezîrê Iraqê.

Doh li ser daxwaza Sûdanî ya ji bo baweriya bi kabîneya wî Parlamentoya Iraqê civiya.

Dengdana ji bo erêkirina kabîneya Sûdanî bi tevlîbûna 253 parlamenteran pêk hat.

Serokê Hevpeyaniya Dewleta Yasa Nurî Malikî, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, Serokê Giştî yê Esayib Ehlî Heq Qeys Xez Elî û hinek rêveberên din li tevlî civînê bûn.

Di civînê de Mihemed Şiya Sûdanî bernameya hikûmeta xwe pêşkêş kir.

Bername û namzetên ji bo wezîrtiyê ketin dengdanê û ji aliyê parlamentoyê ve hatin erêkirin.

Kabîneya Sudanî ji 23 wezîran pêk tê.

Di civînê de 21 wezîr hatin erêkirin û 2 ji bo civîna bê ya parlamentoyê man.

Kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê wiha ye:

Serokwezîr: Mihemed Şiya Sûdanî

Wezîrê Plandanîn û Cîgirê Serokwezîr: Mihemed Elî Temîm
Wezîrê Petrol û Cîgirê Serokwezîr: Heyan Ebdulxenî Ebdulzehre Sewda
Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîr: Fûad Husên
Wezîrê Darayî: Teyf Samî Mihemed Şekirçî
Wezîrê Parastinê: Sabit Mihemed Seîd Reza Ebasî
Wezîrê Hundirin: Ebdulemîr Kamil Şemerî
Wezîrê Dadê: Xalid Selam Seîd Şiwanî
Wezîrê Elektrîkê: Ziyad Elî Fazil
Wezîrê Tendirustiyê: Salid Mehdî Mutleb Hesnawî
Wezîrê Çandiniyê: Ebas Cebir Elyawî
Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî: Ehmed Casim Yabir Esedî
Wezîrê Pîşesazî û Kanzayan: Xalid Bettal Necm Ebdullah
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî: Neîm Eb Yasîr Ebûdî
Wezîrê Perwerdehiyê: Îbrahîm Namis Mûsa Cibûrî
Wezîrê Bazirganiyê: Esîr Dawûd Selman
Wezîrê Rewşenbîrî, Geştûguzarî û Şûnwaran: Ehmed Fekak Ehmed Bedranî,
Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan: Ehmed Mihemed Husên Qasim
Wezîra Koç û Koçberan: Îvan Fayeq Yeqûb Cabrû
Wezîrê Çavkaniyên Avê: Ewn Ziyab Ebdullah
Wezîrê Gihandinê: Heyam Ebdû Kazim Yasirî
Wezîrê Veguhestinê: Rezaq Mihêbs Ecîmî

Hîn namzetên ji bo Wezareta Jîngehê û Wezareta Avakirin û Nîştecihêbûnê nehatine diyarkirin û hilbijartin.

Ev herdu wezaret para Kurdan in.

Ji ber nokokiyên YNK û PDK’ê nehatine diyarkirin.

Back to top button