Zêdan El-Asî: Divê civaka navneteweyî bi erka xwe rabe

Zêdan El-Asî Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser li ser van êrişan dibêje:
“Ev êriş ji dema têkbirina wan li Baxozê, yên herî xeter in.”
El-Asî da zanîn ku destên dewleta Tirk û hikumeta Şamê di van êrişan de hene û got divê civaka navneteweyî bi erka xwe rabe.

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî têkildarî tevliheviya dawî ya şaneyên DAIŞ’ê li herêmê nirxandin kir .

Zêdan El-Asî diyar kir ku êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa, ji dema têkbirina wan li Baxozê û heta niha , ji êrişên herî mezin û xeter in.

Zêdan El Asî got :

“Ev êriş nîşan dide ku hin alî hene piştgiriya DAIŞ`ê dikin .

Ji derve û hundir ve piştgiriya van komên terorîst tê kirin da ku ev êriş were birêxistinkirin .

Ev êriş bi giştî tenê ji bo ku ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin.”

El-Asî da xuyakirin ku Projeya Rêveberiya Xweser hikumeta Şamê bi fikar dike, ji ber ku bingeha Sûriya pêşerojê ye.

Li ser êrişên Tirkiyê û çeteyên wê yên hemextî van tevliheviyan, Al Asî dot:

“Êriş li ser herêma Eyn Îsa jî hene.

Hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên li aliyê Til Temirê hebûna xwe xurt dikin.

Ji vir jî mirov nas dike ku kesên rê hêsan kirin Tirkiye û hikumet bi xwe ne .”

El-Asî dawiyê destnîşan kir ku QSD`ê li dijî terorê şer kir û berdêl da û li şûna civaka navneteweyî tevî ew têk bir.

Û bang li civata navneteweyî kir ku bi berpirsyariya xwe rabe û piştgiriya Rêveberiya Xweser û hêzên xwe bike da ku ev rêxistina terorîst bi dawî bibe.

Back to top button