NY: Alîakriya ji bo herêma Tîgrayê ji her demê kêmtir bûye

Şerê li Etiyopya ku bêtirî salekê ye dewam dike, wêraniya heyî zêde kiriye. NY careke din bal kişand li ser rewşa li welat û got:
Ji ber şerê li welat, alîkariya tê şandin ji her demê kêmtire.

Şerê li Etiyopya rewşa jiyanî zehmet kiriye.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bi daxuyaniyeke nivîskî balkişand li ser rewşa li welat.

NY destnîşankirin ku li herêmê bêtirî 50 hezar zarok ji ber kêmbûna pêdiviyên jiyanê rastî kêmasiyên metirsîdar tên.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber şer û pevçûnên ku di navbera artêşa Etiyopyayê û endamên Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê (TPLF) dewam dikin de, alîkariya mirovî ya li Tîgrayê di asta herî nizim de maye.

Hat ragihandin ku 6 milyon mirovên li Tîgrayê dijîn hema bêje bi temamî westiyane û li herêmên ku ji ber şer û pevçûnan dorpêçkirî ne, rewşa mirovî xerabtir bûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji xeynî Tîgrayê li eyaletên Amhara û Afarê roj bi roj krîza mirovî zêde dibe.

Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) di daxuyaniya xwe ya 18’ê Çile de ragihandibû ku ji ber şer û pevçûnên li bakurê Etiyopyayê gel nikarin xizmetên tenduristiyê yên bingehîn werbigirin.

Ji ber vê yekê kesên bi nexweşiyên kronîkin, jiyana xwe ji dest dane.

Li Etiyopyaya ku ev salek zêdetir e şerê navxweyî lê diqewime, di 29’ê Kanûna 2021’an de cara yekem Komîsyona Diyaloga Neteweyî ya ji 11 kesan pêk tê, ji bo avakirina aştiyê hat avakirin.

Etiyopya ku serhildêrên Eniya Rizgariya Gel a Tigray (TPLF) ji parêzgehên Amhara û Afar ên li bakurê welêt derxistin, ragihand ku ew plana operasyoneke nû li eyaleta Tigray nakin.

Ji ber şerê li bakurê welat rûdayî derdora 2,5 milyon mirov koçber bûn.

Her wiha li herêmê bêtirî 5 milyon kes jî pêwistiya xwe bi alîkariya lezgîn heye.

Back to top button