Li dijî berfirehkirina dagirkeriya Tirk a li Qirbrisê bertek

Hewlildanên Tirkiyê yên rewakirina dagirkeriya xwe ya li Qibrsê rastî bertekan tê.
Piştî hêzên aştiyê yên NY, Konseya Ewlekariyê ya NY’ê jî bertek nîşanî da û kiryarên Tirkiyê şermezar kir.
KENY’ê hewildanên Tirkiyê wekî binpêkirina statukoyê bi nav kir.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bertek nîşanî hewildanên Tirkiyê yên li Qibrsê da.

Dewleta Tirk hewil dide bi çêkirina rêyên nû û avakirina avahiyên bê destûr dagirkeriya xwe ya li Qibrisê rewa bike.

KENY: Hewildanên Tirkiyê binpêkirina statukoyê ye

KENY’ê ev hewildanên Tirkiyê wekî binpêkirina statukoyê bi nav kir.

Her wiha êrişên dewleta Tirk yên li ser hêzên aştiyê yên NY jî şermezar kir.

Daxuyanî piştî hevdîtinên girtî yên 15 endamên konseyê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku êrîşên hêzên aştiyê dikin hedef, li gorî hiqûqa navneteweyî sûce.

Konseyê diyar kir ku divê dewleta Tirk binpêkirinên xwe yên li Qibristê bi dawî bike.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku divê hemû alî ji kiryarên ku zirarê dide perspektîfên çareseriyê, dûr bisekinin.

Ev pêngava konseyê piştî wê yekê hat ku Serokomarê rejîma faşîst ya Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan doh rexneyî hêzên aştîparêz kir.

Erdogan hêzên aştiyê yên Qibrisê bi hinceta ku li dijî Tirkên Qibrisê derdikevin tewanber kir.

Piştî dagirkeriya Tirkiyê ya 1974’an, parastina statukoya herêma tampon di erka mîsyona Neteweyên Yekbûyî de ye.

Lê tevî vê yekê jî heta niha dewlata Tirk hewil dide dagirkeriya xwe rewa bike.

Tevî ku NY bi salane dewleta Tirk bi binpêkirina tewanbar dike, heta nih ji bo bi dawîkirina dagirkeriya Tirkiyê biryarke zelal neda ye.

Back to top button