Li dijî qetilkirina welatparêz Hûseyîn banga darizandina kujeran hat kirin

Rêxistina Karkerên Mezopotamyayê li Silêmaniyê bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kirin ku bi erka xwe rabin.

Rêxistina Karkerên Mezopotamyayê li Silêmaniyê derbarê qetilkirina Hûseyîn Tûrelî de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de nûnerê Rêxistina Karkerên Mezopotamya Musa Xalid axivî û da zanîn ku Hûseyîn Tûrelî li cihê xwe yê kar ji aliyê MÎT’ê ve hate şehîdxistin û got:

“Beriya salekê jî êriş kiribûn û Hûseyîn birîndar bibû, asayîşa Dihokê jî ji Tûrelî re ragihandibû ku divê êrişê nexîne rojeva çapemeniyê.

Nêzî du sal bûn MÎT’a Tirk bi rêya telefonan li endamê me digeriya û gef lê dixwar.

Hemû kujer jî piştî bûyerê direvin Hewlêrê.”

Musa Xalid bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku bi erkê xwe rabin, kujeran bigrin û ceza bikin.

Back to top button