Dewleta Tirk ji Talabanî xwest ku MÎT’a Tirk çavdêriya balafirxaneyê bike

Li gorî rojnameya Hawlatî MÎT’a Tirk ji Qubat Talebanî xwestiye çavdêriya balafirxaneya Silêmaniyê bike, lê Talebanî vê daxwaza wan red kiriye.
Hate gotin ku MÎT’a Tirk xwestiye YNK peywendiya xwe bi Rojavayê Kurdistanê re qut bike.

Li gorî nûçeyek rojnameya Hawlatî ya ku li Başûrê Kurdistanê derdikeve, di serdana cîgirê serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Qubat Talebanî ya ji bo Tirkiyê de, MÎT’a Tirk daxwaz ji Talebanî kiriye ku hemû peywendiyên xwe ên bi PKK’ê û Kurdên Rojavayê Kurdistanê re qut bike.

Heman çavkanî dibêje;

“MÎT’ê ji Talebanî xwestiye destê MÎT’ê di çavdêrîkirina balafirxaneya Silêmaniyê de vekirî be.

Lê Qubat Talebanî diyarkiriye ku ti peywendiyek fermî di navbera YNK’ê û Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê de nîne.”

Qûbat Talabanî daxwaza MÎT’a Tirk red kiriye

Di nûçeya rojnameyê de her wiha tê gotin;

“Qubat Talebanî daxwaza MÎT’ê ya ji bo çavdêrikirina balafirxaneya Silêmaniyê redkir û ji wan re ragihandiye ku balafirxaneyek sivîlî ye û ti kesên cihê gumanê, ji vê balafirxaneyê serdana derve nekiriye.”

Back to top button