Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Hesekê perwerdeya parastina rewa dîtin

Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Hesekê ji bo parastina taxên Hesekê perwerdeya parastina rewa dîtin.

Perwerde di çarçoveya kampaniya ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî de pêk hat.

Bi dehan jinên ciwan tevlî li perwerdeyê bûn.

Di perwerdeyê de jinan li ser vekirina qileş û parastina rewa perwerde dîtin.

Wê jinên ciwan piştî perwerdeyê ji bo parastina bajêr nobetê bigrin.

Jinên ku beşdarî li perwerdeyê bûn diyar kirin ku ew ê ji bo parastina xaka xwe têbikoşin û rê li ber dagirkeran bigrin.

Back to top button