DI DEMA VEMIRANDINA AGIRÊ ZEVIYAN DE NDAMEKÊ FOCA AGIRKUJÊ BIRÎNDAR BÛ

Endamekî Foca Agirkujê yê navçeya Til Temirê dema ku agirê li zeviyên çandiniyê yê li gundê Dawidiyê vedimirandin, birîndar bû.

Çavkaniyekî ji gundê Dawidiyê yê navçeya Til Temirê diyar kir ku agir bi zeviyekî ceh ê gund ket û di encamê vê şewatê de 150 donim şewitî.

Çavkaniyê diyar kir ku dema Foca Agirkujî şewat vedimirand endamekê focê Abdullah Heto birîndar bû.

Piştê birîndariyê, Abdullah rakirin nexweşxaneya Serêkaniyê.

Li gorî xebatkarên nexweşxaneyê rewşa Abdullah baş e.

Leave a Reply

Back to top button