Konferansa Navneteweyî ya tecrûbeyên jinan a “li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî”

Nivîskara ji Misirê Kerîma El Hefnawî mijara tundiya li ser jinan û tecrîdê ku di konfransa jinan ya Navneteweyî de hat niqaşkirin nirxand û got: Ji bo rakirin tundiyê divê jin di aliyê aborî de xurtir bibin û tev li civakê bibin. Her wiha divê tevgereke hiqûqî ya jinan hebe ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.”

Konfransa Navneteweyî ya Jinan di 18 û 19`ê Tebaxê de bi beşdariya zêdetirî 80 çalakvanên jin ji 12 dewletên ereb û Afrîkayê li dar ket.

Kerîma El Hefnawî: Divê jin di aliyê aborî de were xurtkirin

Nivîskar û dr.Kerîma El Hefnawî ya ji Misirê ku endama eniya nîştimanî ya jinan ji bo parastina mafên jinên misirî û dozên erebî ye, tev li komîteyê bû.

Dr.Kerîma têkildarî tevlêbûna xwe ya di kongreyê de ji ajansa ANHA’ê re axivî.

Kerîma diyar kir ku di konferansê de, gelek tecrubeyên têkoşînê hatin parvekirin û wiha anî ziman:

Me daxwazên jinan, astengî, sûc û êrişên li dijî wan tên kirin, çi li dewletên ereb yan jî herêmên kurdî, Afganistan, Îran yan jî Afrîka nirxandin.

Kerîma da zanîn ku piştî gelek nîqaşan beşdaran li hev kirin ku divê jin di aliyê aborî de were xurtkirin.

“Ji bo rakirain tecrîdê divê nêrîneke giştî ya cîhanî hebe”

Der barê bidawîkirina tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan û daxwazên jinan têkildarî wê de, Kerîma got:

Tecrîd û sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ne rewa tevahî pîvan û peymanên navneteweyî û yên mafên mirovan binpê dikin.

Her wiha bi awayekî neyînî bandor li derûnî, beden û tenduristiya rêber Abdulah Ocelan dike.

Pergalên serdest ji bo tunekirina her ramanekê, ewlehiyê binpê dikin û mirovan digirin, tu helwest nîşan nadin.

Divê destûrê bidin hevdîtinên parêzer û malbatê.

Ev yek ji daxwazên me ne ku li welatên xwe û seranserî cîhanê banga wê dikin.

Kerîma destnîşan kir ku ji bo azadkirina Rêber Abdullah Ocalan, divê nêrîneke giştî ya cîhanî hebe û wiha dawî lê anî:

Divê jin xebatên xwe bi rêya rêxistinên jinan û tevahî rêxistinên hiqûqî yên cîhanî kar û xebatê bikin.

Konfiransa navneteweyî ya tecrûbeyên jinan a “Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî”

Back to top button