Sebahat Saritaş: Divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, anî ziman ku di serî de CPT demildest divê li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere û dawî li vê tecrîda mutleq ku veguheriye îşkenceyê bînin.

Ji Rêber Apo 30 meh in tu agahî nayê wergirtin.

Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî di bin navê “cezayên dîsiplînê” de tên astengkirin.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sabahat Erdogan Sari-taş têkîldarî tecrîda giran a li dijî Rêber Apo axivî û destnîşan kir ku demildest divê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin.

Sabahat Saritaş bibîr xist ku beriya cezayên dîsîplînê hevdîtin bi hincetên wekî “keştî xerabe ye” dihatin astengkirin û wiha got:

“Nêzî 30 meh in tecrîdeke mutleq a fîzîkî tê pêkanîn. Birêz Ocalan û gelê kurd tên tecrîdkirin.

Di hemû civînên pêvajoya ji nû ve sazkirinê de daxwaza herî mezin a gel azadiya birêz Ocalan û xebergirtina ji wî bû.

Demildest divê ev tecrîd bê rakirin. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.

Ev derî kengî tên vekirin, di warê hiqûqî û aborî de rêyeke çareseriyê çêdibe. Lê niha li welêt hiqûq tune ye.

Şanoyek tê lîstin. Demildest divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.”

“Gelê cihanê çareseriyê di paradîgmaya birêz Ocalan de dibînin”

Sabahat Erdogan Saritaşê bilêv kir ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêber Apo li seranserê cîhanê toreke têkoşînê hatiye çêkirin û got:

“Gelek netew hay jê hene ku birêz Ocalan ji bo Rojhilata Navîn çi qas girîng e.

Dixwazin paradîgmaya wî ya ku diyarî gelan kiriye bi ruh û can be. Ev daxwaz li gelek cihan tê bilêvkirin.

Çareseriya krîza li Rojhilata Navîn di paradîgmaya birêz Ocalan de dibînin.”

Di dawiyê de Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sabahat Erdogan Saritaş bertek nîşanî bêdengiya hiquqa navneteweyî ya li hember tecrîda mutleq da û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Di serî de CPT divê demildest li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere û dawî li vê tecrîda mutleq ku veguheriye îşkenceyê bînin.”

Back to top button