Îro çeteyên dewleta Tirk xwestin êrişî gundê Korhiyok yê Minbicê bikin.
Lê şervanên Cebhet Ekrad û Lîwa Siwar Idlibê êrişa wan çeteyan têk bir.
Li gorî agahiyên ku hatin parvekirin:
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker berbanga îro êrişî gundê Korhiyok ê rojavayê Minbicê kir.
Di encamê de şerekî zêdetirî nîvsaetê dewam kir.
Şervanên Hêzên Cebhet Ekrad û Lîwa Siwar Idlibê ew êriş têk bir.
Çeteyên dewleta Tirk di vî halî de neçar man ku birevin.
Dagirkeran doh jî Gundê El-Seyadê, Um Edese, Dendeniyê, Ereb Hesen, Um Cilod ku dikeve bakur û rojavayî Minbicê tobaran kirin.