Kurdistaniyên li Osloyê dimînin, êrîşên dagirkeriya Tirk li Hewlêr, Silêmaniyê û hevkariya PDK’ê şermezar kirin.
Kurdistaniyên li paytext Norweçê li ber Konsolosxaneya Tirkiyê kom bûn û kuştina nûnerê KNK’ê yê Başurê Kurdistan Denîz Cevdet Bulbun şermezar kirin.
Çalakî ji aliyê Komîteya Tevgera Azad a Norweçê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK-Oslo) ve hat rêxistinkirin.
Nûnerê KNK’ê yê Norwêcê Seîd Sanandaçî, Hevserokê Tevgera Azad a Ewropayê ya Norweçê Omer Emînî di çalakiyê de axivîn.
Kesên navborî di çalakiyê de destnîşankirin ku gelê Kurd bi mezinkirina berxwedanê û misogerkirina yekîtiya xwe wê bersivê bide van êrîşan.
Çalakî bi durşmên “Tirkiye ji Kurdistanê dekeve”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî Kurdistan”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bimre Îxanet” bi dawî bû.