Insiyatîfa Nûn: Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîn dewam bike

Însiyatîfa Nûn got desthilata Tirk nahêle name ji Rêber Abdullah Ocalan re werin şandin lê nameyên gefxwarinê rê dike.
Însiyatîfê destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê jin û gelên azad têkoşîna xwe didomînin.

Îniystîfa Nûn a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di daxuyaniyê de diyar kir ku tevî tecrîdê û kiryarê dawî yên gefxwarinê, lê berxwedana Rêber Apo berdewam e.

Bi vê gefê, dixwazin berxwedana wî têk bibin.

Însiyatîfê diyar kir ku ji bilî CPT’ê tu rêxistineke hiqûqî û mirovî serdana wî nekir, lê CPT jî rewşa tenduristiya wî eşkere nekir.

Însiyatîfê got dewleta Tirk, AKP û CPT berspirsên tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan in û banga bidawîkirina tecrîdê kir.

Însiyatîfê bang li tevahî rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî û mirovî kir ku bilez destwerdanê bikin û tecrîda ne qanûnî bi dawî bikin.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da

Back to top button