“Divê PDK’ê lêborînê ji malbatên şehîdan bixwaze”

Welatiyên bajarê Qamişloyê hevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û got: “Ev hevkarî derveyî çand û nirxên gelê Kurdistanê ye.”

Welatiyê bi navê Salih Omer behsa hevkariya PDK’ê li gel dewleta Tirk kir û got:

“Ji dehên salan ve û heta niha hevkariyê bi dewleta Tirk re dike.

Da ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bikin.

Divê PDK′ê lêborînê ji malbatên şehîdan bixwaz e.”

Omer eşekre kir ku gerîla zarokên me ne, em dev ji wan bernadin.

Welatiya bi navê Nûra Gêlo ya ji navçeya Amûdê jî got:

Hevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re cihê şermê ye.

“Dewleta Tirk dijminê gelê Kurd û hewl dide hebûna Kurdan tune bike.

Ji ber vê yekê divê PDK′ê rêya dagirkirina xaka Kurdistanê rê jê re veneke.”

Jina ciwan a bi navê Roj Mihemed a ji bajarê Qamişloyê dibêje:

“Xeta xiyanetê ya PDK′ê derketina ji adet û nirxê gelê Kurd e.”

PDK’ê hezar û 286 koçer ji herêma Biradost derxist

Back to top button