Têkoşîna li dijî tecrîdê erkekî exlaqî û nîştîmanî ye

Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezinkirina asta têkoşînê erkekî exlaqî, mirovî û nîştimanî ye.

Endamê Meclisa Rûspiyan a Dêrikê Hewas Cidêi destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji tecrîdê ew e ku Rêber Abdullah Ocalan ji gel dûr bixe û îradeya wî û ya gelên azadîxwaz têk bibe

Cidêi destnîşan kir ku têkoşîna pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erkekî exlaqî, mirovî û nîştimanî ya gelê Kurdistanê û hemû gelê bindest e.

Endamê Meclisa Rûspiyên Dêrikê Omer Yûsif jî anî ziman ku armanca tecrîdê rêgirtina li ber pêşketina fikrê demokratîk e û got:

“Lê belê ev armanc wê pêk neyê, ji ber ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan di mejiyê bi mîlyonan kesên li cîhanê de bi cih bûye.”

Endamê meclisê Ebdulcebar Tey destnîşan kir ku ji bo têkbirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew ê têkoşîn û xebatên xwe bidomînin.

Tebqa-Çalakiya konvedanê ya li dijî têcrîdê bi dawî bû

Back to top button