
Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê çalakiya konvedanê ya ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dar xistibû bi dawî kir.
Meclisê di roja dawî a çalakiyê de, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan teqezî bi berdewamkirina têkoşînê kir.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan duh çalakiya konvedanê li dar xistibû.
Di roja dawîn a çalakiyê de bi sedan şêniyên bajêr beşdar bûn.
Meclisê çalakiya xwe bi daxuyaniyekê bi dawî kir.
Di daxuyaniyê de, meclisê soza şopandina rêya şehîdan dubare kir û destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were wê li hember komployan li ber xwe bidin.
Her wiha diyar kir ku ji bo avakirina civakeke siyasî û ekolojî û rizgarkirina herêmên dagirkirî dê pêşengiya projeya netewa demokratîk a li herêmê bikin.