Minbic-Bi konferansekê zanista bijîşkî hat nîqaşkirin

Îro Yekitiya Pîşeyên Bijîşkî li bajarê Minbicê yekemîn konferansa zanistî ya bijîşkî bi dirûşma “Tehlîlên bijîşkî di navbera rastî û xîretê” de lidar xist.

Nûnerên Yekîtiya Pisporên bijîşkî yên bajarê Minbicê û Herêma Firatê beşdarî konferansê bûn.

Lêkolîna zanistî, pevguhertina ezmûnên bijîjkî, girîngiya ceribandinên bijîşkî di teşhîskirina nexweşiyan de hatin nîqaşkirin.

Her weha vekolîna xeletiyên hevpar ên ku di van pîşeyan de çêdibin, alîkariya hev û dawîanîna şaştiyên ku dibin sedema windakirina mirov jî hatin şîrovekirin.

Back to top button