Welatiyên Ereb ji bo azadiya Rêber Apo banga xurtkirina têkoşînê kirin

Welatiyên Ereb ên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku azadiya rêber Ocalan azadiya wan e û ji bo azadiya rêber Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kirin.

Welatiyên Ereb ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bang li civata navneteweyî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan zextê li dewleta Tirk bikin.

Her wiha anîn ziman ku armanca tecrîdê astengkirina belavkirina fikrê Rêber Apo ye.

Welatiya bi navê Înas Hisên EL Hisên, tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û weke binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî bi nav kir.

Seîd El-Hebîb jî diyar kir ku ji bo azadiya rêber Ocalan divê têkoşîn bê xurtkirin û bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku bangên ji bo azadiya Ocalan guhdar bikin.

Her wiha welatiya bi navê Necah El-Qeso jî anî ziman ku dewleta Tikr fikrên rêber Ocalan ên ji bo azadiya gelan dike hedef û got: ” Rêber Ocalan jin ji bindestiyê derxist. Rêya têkoşîna azadiyê nîşanî jinan da. Divê ji bo azadiya wî têkoşîn bê mezinkirin.

Back to top button