Salvegera 9. a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, li welatên Ewropa û Rûsyayê hat pîrozkirin.
Hat diyar kirin Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cîhanê bû çavkaniya hêviyê.
Bi boneya salvegera 9’emîn a Şoreşa Rojava, li gelek welatan çalakî û şahiyên pîrozbahiyê hatin lidarxistin.
Li Rûsyayê, li Nûnertiya Rûsya ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo Kurdên li Rûsyayê dijîn, têkildarî Şoreşa Rojava rêzecivîn û semîner hatin dayîn.
Nûnerê Rûsya yê Rêveberiya Xweser Reşad Benav di civîna ku li Moskovayê hate lidarxistin axivî û wiha agot:
Salvegera şoreşê li Stockholmê bi şahiyekê hate pîrozkirin
Li Swêdê jî, ji bo pîrozkirina salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, li parka Ralambshovsparken a Stockholmê şahiyeke pîrozbahiyê hate lidarxisitn.
Li Dresdenê şoreşa Rojava hate pîrozkirin
Li Almanyayê jî, li bajarê Dresdenê salvegera Şoreşa Rojava bi şahiyekê hate pîrozkirin.