PYD’ê, Kongra Star û Kongra Gel bi peyaman cejna Qurbanê pîrozkirin

Sibê cejna qurbanê ya alema Îslamê destpê dike.
TEV-DEM’ê, PYD’ê, KCK’ê, Kongra Gel, PKK’ê, KNK’ê, Kongra Star û HDP’ê bi peyaman cejna qurbanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîrozkirin.
Di peyaman de hat xwestin ku ev cejn bibe wesîleya, yekîtî, hevgirtin û pêşxistina têkoşîna azadî û demokrasiyê.

Bi wesîleya cejna qurbanê ku wê sibê destpê bike gelek peyamên pîrozbahiyê hatin weşandin.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi vê boneyê peyamek weşand.

PYD`ê cejna Qurbanê pîroz kir û hêviya vegera ewlehî û aramiyê li Sûriyê, her wiha rizgarkirina hemû xaka Sûriyê ji dagirkeran û vegera koçberan li warê wan, kir.

Kongreya Star hêvî kir ku ev bone bibe wesîleyek ji bo pêkanîna aştî û hezkirinê

Kongreya Star jî cejna Qurbanê li hemû pêkhateyên herêmê û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleyek ji bo pêkanîna aştî û aramiyê.

Kongreya Star soz da şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku ewê bi hemû hêza xwe ji bo rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî, bixebitin.

Kongra Gel: Pêwîste di pîrozbahiyên cejnê de mijara sereke avakirina rihê yekîtiyê be

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL jî Cejna Qurbanê li Rêber Apo, girtiyên zindanan, şervanên azadiyê û dayîkên şehîdan pîroz kir û hêvî kir ku cejn bibe wesîla yekîtî û hevgirtina gelên Kurdistanê.

KONGRA GEL diyar kir ku pêwîst e di pîrozbahiyên cejnê de mijara sereke ew be ku li hemberî neyarê gelê Kurd, ruhê yekîtî û serketinê bê avakirin.

Back to top button