Li Dêrazorê DAIŞ`ê êrişî baregehên komên hikumeta Şamê kir

Çeteyên DAIŞ`ê îro li rojhilatê Dêrazorê êrişî hêzên bi ser hikumeta Şamê kirin. Îsraîlê jî êrişî komên bi ser Îranê yên li Şamê kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li herêma El-Xor a rojhilatê çolistana Meyadîn ya rojhilatê Dêrazorê, êrişî baregehên leşkerî yên ‘Dîfaa El-Wetenî’ ku girêdayî hikumeta Şamê ne, kir.

Hat diyar kirin di encama êrişê de şer di navbera her du aliyan de derket û kuştî û birîndar hene.

Hat gotin piştî wê Hêzên Dîfaa El-Wetenî jî ji van deveran vekişiyan.

Sohr: Îsraîlê baregehên komên Îranê yên li Şamê bombebaran kir

Her wiha çavdêriyê diyar kir ku Îsraîlê bi moşekan baregehên leşkerî yên komên alîgirên Îranê û Artêşa “Rizgariya Fîlistînê” yên li başûr û rojavayê Şamê bombebaran kirin.

Back to top button