Hêzên rejîma Îranê li Hewraman êrişî kolberan kir, 11 kes birîndar bûn

Hêzên rejîma Îranê li herêma Newsud ya li Hewraman êrişî komeke kolberan kir. Di encamê de 11 kolber birîndar bûn.

Duh bi şev hêzên rejîma Îranê, li herêma Newsud ya li Hewraman, êrişî komek kolber kirin.

Hat diyar kirin di encama êrişê de 11 kolber birîndar bûn.

Tê gotin kolberên birîndar bûne, xelkê herêma Ciwanro, Şuşim û Newsud in.

Beriya vê bi 2 rojan, 5 kolber li heman herêmê û 2 kolber jî li Bane di encama êrişa hêzên Îranê de, birîndar bûn.

Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ku bi kolberiyê debara jiyana xwe dikin timî dibin êrişa hêzên rejîma Îranê.

Ji ber van êrişan heta niha bi dehan kolberan jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button