Çapemeniya Rûsî: Ji bo kirîna pergala S 400 Tirkiye amadekariya lihevkirineke nû dike

Hat diyarkirin ku tevî hişyariyên Emerîkayê, dewleta Tirk a dagirker xwe amade dike ku ji bo kirîna pergala S 400 bi Rûsyayê re lihevkirineke nû pêk bîne.

Çapemeniya Rûsyayê ragihand ku berpirsek ji desthilatdariya Tirkiye ragihandiye ku dewleta Tirk ji bo kirîna pergala S 400 bi Rûsyayê wê di demeke nêz de lihevkirineke din pêk tîne.

Li gorî ragihandina Rûsyayê, berpirsê Tirk gotiye, dema pêkanîna vê lihevkirina nû, nêzîk e û mesele tenê teknîkî ye.

Beriya niha jî rêveberê Kompanya firotina çekan Elkisender Mîxîîv ragihandibû ku ji bo firotina pergala S 400 a dewleta Tirk, Rûsya û Tirkiye amadekariyên lihevkirineke nû dikin.

Leave a Reply

Back to top button