Êzdiyên Efrînê amadekariyên cejina Çarşema Sor dikin

Êzîdiyên Efrînê di nava amadekariyên pîrozkirian cejina Çarşema Sor de ne. Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê Suad Hiso jî hatina cejina Çarşema Sor pêşwazî kir û got: “Em Çejina Çarşema Sor bi hêviya pêkanîna aşîtî, aramî û azadiya rêbe APO pêşwazî dikin.”

Cejina Çarşema Sor cejina herî kevnar a civaka Êzîdiyan e.

Ev cejin her sal di çarşema duyem a meha Nîsanê de tê pîrozkirin.

Li gor baweriya Êzîdiyan di vê çarşemê de gerdûn hatiye avakirin.

Civaka Êzîdî ev cejin bi xwezayê ve girêdidin loma di meha Nîsanê de tê pîrozkirin.

Êzîdiyên Efrînê jî piştî herêma Efrîn ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve di 18’ê Adara 2018’an de hate dagirkirin li kantona Şehbayê bi cih bûn.

Bi boneya cejna Çarşema Sor, Yekîtiya Êzîdiyan a herêma Efrîn dest bi amadekariya şahiya cejina Çarşema Sor ên mîna stran, govend û kelandina hêkan, dikin.

Derbarê mijarê de, Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên herêma Efrînê Suad Hiso axivî.

Suad cejina Çarşema Sor li tevahî gelan pîroz kir û da zanîn ku ev cejina vejîn û avakirina gerdûnê ye.

Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên herêma Efrînê teqez kir ku ew ê bi rihê pîrozkirina cejina Çarşema Sor azadiya Rêber APO û aramiyê misoger bikin.

Back to top button