Li Mexmûrê 9’emîn salvegera êrişa DAIŞ’ê hat şermezarkirin

Di 6’ê Tebaxa sala 2014’yan de çeteyên DAIŞ’ê êrişî wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kirin.
Bi boneya rojê şêniyên wargeha Mexmûrê daxuyaniyek dan û got:
“Xeta Rêber Apo ya ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêşket, lîstoka hêzên dagirker vala derxist.”

Şêniyên Wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û daxuyaniyek dan.

Daxwiyanî ji aliyê Endama Têkiliyên Derve ya Meclîsa Îştar Leyla Arzû Îlhan ve hat dayîn.

Di daxwiyaniyê de hat gotin:

“9 Sal derbas bû ku DAIŞ’ê bi êrişekî hovane bi ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî de anîbû.

Di xwest di kesayeta wargehê de li ser tevahî herêmê xwe bike desthilatdar.

Her wiha xwest bi zihniyeta xwe ya qirêj û tirsonek civakê hemûyê teslîm bigre.

Di roja me ya îro de eger hêjî êriş li ser me hene, ev zihniyeta DAIŞ’ê ye.”

Dawiyê bang li tevahî gelê Kurd û mirovahiyê hat kirin ku rê nedin sîstema desthilatdar.

Back to top button