Cenazeyê şervana YPJ’ê Şêrîn Elî (Adar Cûdî) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hat veşartin.
Di merasîmê de gerîlayê HPG’ê Şoreş Serhildan hat bibîranîn.
Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Adar Cûdî veşart.
Li goristanê kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin:
Şehîd ji bo parastina xaka welatê xwe li hemberî êrişên dijmin sekinin û bi şer kirin.
Soza dewamkirina riya şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, heta têkbirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, misogerkirina serkeftinê û rizagarkirina herêmên dagirkirî hat dayîn.
Piştre, Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê nasnameya gerîlayê HPG’ê Şoreş Serhildan eşkere kir ku 19’ê Tîrmeha borî li Metînayê şehîd bûbû.
Dawiyê jî nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.