KJK: dixwazin statûya Şengal û şoreşa Rojava tine bikin

Komalên Jinên Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe ên dawî, plan dike statûya Şengal û Şoreşa Rojava tine bike..KJK’ê ragihand ku serokwezîrê Iraqê Kazimî teslîmî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk bûye û ev peyam da:Rêya têkbirina hewldanên qirkirinê, xutrkirina têkoşînê ye.

Kordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê têkildarî êrişên dawî yên li dijî Şengal û Rojava, daxuyanikyek da..

Koordînasyonê şehîdên Şengal û Til Temirê bi bîr anîn û wiha got:

Êriş û komkujiyên li Şengalê pêk tên, berdewamiya fermên li dijî gelê me ê Êzdî ne. Her gavê hêzên serdest xwestin ku Êzdî bi tirsa fermanên nû re rû bi rû bimînin.

Îro faşîzma Tirk hewl dide plana qikirinê ya hevkarê xwe DAIŞ ku nîvco mabû temam bike.

Bi vî awayî di şexsê Êzdiyan de dixwazin hebûna gelê Kurd ji holê rakin.

KJK: Kazimî teslîmî siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk bûye

Têkildarê bê dengiya hukûmeta Iraqê ya li hemberî êrişan jî Koordînasyona KJK’ê ev nirxandin kir:

Di wextekî de ku Serokwezîrê Iraqê Kazimî xwe ji bo serdana Şengalê amade dikir, ji fermandarên YBŞ’ê hevrê Seîd tê şehîdkirin.

Bêdengiya Kazimî li hemberî vê êrişê xwedî wateyeke cûda ye.

Dî di rojeke wiha a bi êş de, Kazimî behsa pratîzekirina peymana 9’ê Cotmehê ya ji bo Şengalê kir.

Ev helwest nîşan didin ku serokwezîrê Iraqê teslîmî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk bûye.

Ji xwe tê zanîn ku armanca sereke ji peyman Iraq, PDK û dewleta Tirk tinekirina statûya azad a civaka Êzdî ye.

KJK: Tirkiyê bi desteka Amerîka û Rûsyayê êrişî Rojava dike

Kordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê jî nirxandin..

Kordînasyonê ragihand ku êrişên dawî bi desteka Amerîka û Rûsyayê pêk tên û wiha dewam kir:

Amerîka, Rûsya û welatên Ewrûpayê xwe amade dikin ku bi fermî hêza herî paşverû a cîhanê Talîbanê nas bikin.

Heman hêz, daxwazên şervanên azadiyê yên Rojava û Şengalê ji nedîtîve tên.

Rojava û Şengal ên xeta azadiya jinê diparêzin, dikin hedefa êrişan.

Îro li pêş çavê cîhanê, dewleta Tirk li hemberî Rojava û Şengalê êrişên qirkirinê pêk tîne. Bêdengiya li hemberî van êrişan yekser tê wateya erêkirin û hevkariyê.

Hin welatên Ewrûpa ên fermana 3’ê Tebaxa weke qirkirin Êzdiyan qebûl kirin jî bi siyaseta xwe a durû xwe li bêdengiyê danîne.

Di rewşeke wiha de tişta herî girîng ji bo gelên Şengal û Rojav ew e ku hêza xwe a paraastinê mezin bikin.

Ji ber vê çendî ji her demê zêdetir pêwîstiya gelê me bi xurtkirina têkoşînê heye..

Back to top button