Hovîtiya li Efrîna dagirkirî

Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efîna dagirkirî dewam dike. Istîxbarata Tirkiyê bi behaneyên her carê du welatî ji navçeya Mebatayê revandin. Li Racoyê jî 65 dar hatin birîn.

Sûc û kiriyarên hov ên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber didomin.

Du welatiyên din li Efrînê hate revandin

Li gorî Efrîn POST istîxbarata dagirkeriya Tirk welatiyê bi navê Elî Reşîd Emro ê 40 salî ji navçeya Mebata revand.

Hate ragihandin Emro bi behaneya ku mal û milkên rêxistinê veşartine hatiye revandin.

Di heman demê de li gundê Şêxotka jî polîsên sivîl Enes Zekî revandin.

Hate gotin; Zekî bi behaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikir hatiye revandin û heya niha agahî derbarê wî de tune ne.

22Kes ji aliyê cendermeyên Tirkiyê ve hatin girtin

Li aliyê din; li sînorê Tirkiyê yê ser bi navçeya Cindirêsê dema ku hêjmarek kesî dixwestin derbasî aliyê din bibin, ji aliyê cendermeyên Tirk ve hatin girtin.

Eşkere bû ku 22 kesin yên ku hatin girtin û piraniya wan jî xelkê Efrînê ne.

Cendermeyên Tirk ji her yekî 250 lîre Tirkî standiye û ew radestî hêzên ewlehiyê yên Tirk kirine.

Mala du welatiyên li Efrînê hate talankirin

Her wiha li gorî Tora Çalakvanên Efrînê ,li gundê Cencaliyê ya Racoyê, çeteyê bi navê Ebû Hedîd, mala welatiya bi navê Ewaş a 80 salî talan kir.

Tora Çalakvanên Efrînê da zanîn ku Ewaş çavên wê baş nabînin û bi tenê li mala xwe dimîne.

Çete Ebû Hedîd jî derbasî mala wê bûye û nivîn, alavên pêjgehê û pir tiştên din dizîne.

Çeteyên Feyleq El-şam jî mala welatiyê bi navê Elî Berekat ê ji gundê Kebaşîn a Şêrawayê talan kirin.

Hate diyarkirin ku çeteyan tenekeyên zeytê û alavên elketrîkê yên di mala Berekat de dizîne.

65 Dar li Efrînê bi destê çeteyan hatine birîn

Li aliyê din jî li navçeya Racoyê çeteyên Ehrar Elşerqiyê 65 darên zeytûnan birîn.

Ev dar jî milkên welatiyên bi navê Mihemed Nasan, Fozî Nasan û Ebû Ciwan in.

Hêjayî gotinê ye, ev dar wekî êzing li Efrîn û bazarên herêmên dagirkirî tên firotin..

Back to top button