Xwezaparêz beriya Civata Giştîya NY li qadanin

Li New York amadekariyên Civata Giştî ya NY tê kirin.
Beriya civatê bideh hezaran kes daketin qadan û xwestin di mijara guhertina avhewayê de hîn bêhtir çalakî bêne kirin.
Li Berlînê jî aktivîstên avhewayê li qadan bûn û deriyê navdar yê bajar jî boyax kirin.
Polîsan jî bi ser aktivîstan de çûn û 14 kes binçav kirin.

Beriya destpêkirina Civata Giştî ya Neteweyên Yebkûyî bi du rojan, doh bi deh hezaran kes daketin kolanên bajarê New Yorkê yê Amerîkayê bo mijara guhertina avhewayê banga çalakiyên hîn xurtir kirin.

Li New Yorkê bi dehezaran daketin qadan

Di çalakiyê de ku nêzî 700 rêxistin û komên aktîvîst beşdar bûn pankartên bi nivîsa “Bîden dawî li sotemeniya fosîl bîne”, “Sotemeniya fosîl me dikuje” û “Min ji bo şewat û lehiyê deng neda” hatin hildan.

Civata Giştî ya NY wê bi rengekî fermî roja Sêşemê destpê bike.

Serokê DYA’yê Joe Biden jî di lîsteya rêveber de cih digire.

Dîrektora Koma aktîvîst Center for Popular Democracy Analilia Mejia got,

“Em li vê derê ne ji bo ji rêveberiyê bixwazin ku rewşa lezgîn a avhewayê ragihîne.”

Aktivîstên avhewayê deriyê bardenburg yê Berlinê boyax kirin

Koma aktîvîstên avhewayê “Nifşa Dawî” (Nifşa Letzte) ji bo balê bikşîne ser guherîna avhewayê, Deriyê Brandenburgê ku yek ji sembolên paytexta Almanya Berlînê ye, boyax kir.

Polîsan ragihand ku her 6 stûnên avahiyê ji çalakiyê bandor bûne.

Di daxuyaniya Berdevka “Nifşa Dawî” Marion Fabian de hat diyarkirin ku bi çalakiya roja Yekşemê hatiye kirin dixwazin peyama ku divê ji sotemeniyên fosîl bên terikandin û li ser guherîna avhewayê zêdetir gavên siyasî bên avêtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Divê herî dereng heta sala 2030’î em dev ji petrol, gaz û komirê berdin.

Dem hatiye ku Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz bi awayekî vekirî li ser vê mijarê biaxive.

Li Berlînê 14 xwezaparêz hatin binçavkirin

Di daxuyaniya xwe de polîsan diyar kir ku ji ber xwepêşandanê 40 polîs li ser kar bûn û 14 kes jî hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku wê der barê kesên hatin binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin.

Dema ku Almanya armanc dike ku heta sala 2045’an avhewa bêalî be, koma “Nifşa Dawî” daxwaz dike ku Almanya di sala 2030’an de dev ji karanîna sotemeniyên fosîl berde.

Back to top button