
Kongra Star a Helebê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li saziyên Navneteweyî kir ku ji bo bidawîkirina êrîşan, erkên xwe bînin cih.
Endamên Kongra Star, komîn, meclis, partî û saziyên sivîl li pêş navenda Kongra Star a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn û daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên dijminane û yên guhertina demografiyê didomîne û wiha anî ziman:
Di topbaran û êrişên balafirên bêmirov ên li dijî herêmê de gelek ciwanên herêmê şehîd bûn.
Dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê dixwaze destkeftiyên şoreşê têk bibe.
Hêz û aliyên navneteweyî berpirsên êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ne, ji ber ku li hember wan sûcan bê deng dimînin.
Di daxuyaniyê de bang li Konseya Ewlehiyê, Yekitiya Ewropayê (YE) û Komkara Erebî hate kirin ku erk û berpirsyariyên xwe yên siyasî, exlaqî û mirovî li hember gelên herêmê pêk bînin.