Kongreya 6. a DBP’ê hat li darxistin

6’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk li bajarê Tirkiyê Enqerê bi coşek mezin hate lidarxistin Bi hezaran kes bi dûrişmeya “Bê Serok jiyan nabe” beşdarî kongreyê bûn.Di kongreyê de li kêleka axaftinan, peyamên siyasetmedarên girtî jî hatin xwendin. Di kongrê de, pêwîstiya yekîtiya netewî ya Kurdan hat ziman..
Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz careke din bûn hevserokê partiyê..

Li Enqerê, 6’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi coşek mezin hate lidarxistin.

Bi hezaran kes ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi dûrişmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan azadî” beşdarî kongreyê bûn.

Nûnerên gelek partiyên Kurdistanî, Tirkiyê û rêxistinên sivîl beşdar bûn

Nûnerên gelek partiyên Kurdistanî û Tirkiyê û rêxistinên sivîl jî tevlî kongreyê bûn.

Kongreyê bi axaftin û peyaman dest pê kir.

Destpêkê Hevserokê Dîwanê Dogan Erbaş axivî û polîtîkayên hikûmetê AKP-MHP’ê yên şer rexne kir.

Erbaş bal kişand ser rola Rêber Apo a aştî û demokrasiyê û wiha got:

“24 salin Birêz Ocalan her kêliyên xwe ji bo çareseriya demokratîk derbas kir.”

Hevseroka Dîwanê Feleknaz Uca jî îşaret bi girtiyên siyasî kir û got: “Li ku dibe bila bibe em ê bi têkoşîn û rêxistina xwe bersivê bidin.

Dayikên Aştiyê: Hevî dikin ev kongre bibe wesîleya aştiyê û berdana girtiyên azadiyê

Di kongereyê de li ser navê Dayikên Aştiyê jî peyam hate dayîn.

Dayikan kongre silav kirin û hevî kirin û xwestin ev kongre bibe wesîleya aştiyê, berdana girtiyên azadiyê.

Girtiyên siyasî: Wê gotina dawîn kesên li ber xwe didin bibêjin

Siyasetmedarên girtî Leyla Guven, Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel, Selahadîn Demîrtaş ve Îdrîs Balûken jî peyam ji kongreyê re şandin.

Siyasetmedaran, di peyamên xwe de bal kişandin ser zextên ku li dijî kurdan tên meşandin.

Siyasetmedaran, got ku têkoşîna kurdan didome û wê gotina dawîn kesên li ber xwe didin bibêjin.

Mîthat Sancar: Heta aştî li Tirkiyê pêş nekeve demokrasî jî pêş nakeve

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî, di Kongreyê de axivî.

Sancar, di axaftina xwe de li ser rola DBP’ê ya avakirina yekîtiya neteweyî û aştiyê rawestiya.

Sancar, anî ziman ku heta aştî li Tirkiyê pêş nekeve demokrasî jî pêş nakeve û got:

“Aştî û demokrasî jî bi çareseriya pirsgirêka kurd pêk tê.”

Keskîn Bayindir û Salîhe Aydenîz careke din bûn hevserokên DBP ‘ê

Piştî axaftin û xwendina peyaman ji bo hilbijartina hevserokatiya giştî dengdan pêk hat.

Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir careke din weke hevserokên DBP’ê hatin hilbijartin.

Back to top button