Artêşa Tirk cihê koçeran li gundê Kunekotirê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, cihê koçeran li gundê Kunekotir ê bi ser Biradostê ve bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê, balafirên şer ên artêşa dagirker vê carê cihê koçeran li gundê Kunekotir ê Herêma Biradostê bombebaran kir.

Nehat zanîn ku di encama bombebaranê de ziyanek canî çêbûye yan na.

Lê tê gotin ziyanek mezin gihaştiye xwezaya herêmê.

Kesine nenas navçeya Xaneqînê bi hawinan kir armanc

Her wiha şeva borî ji aliyên kesên nenas ve, navçeya Xaneqînê ya Selahedînê bi hewanan hat bombebarankirin.

Ev hawan mala birayê Rêveberê Polîsên Xaneqînê kiribû armanc.

Di encam de, hewanek 50 metreyan nêzê malê ket yek jî li baxçeyê malê ket û tenê ziyana madî çêbûn.

Back to top button