Li Idlibê rojane şer û pevçûn li dar in û herî dawî li başûrê Idlibê bêhtirî 6 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û birîndarkirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê çeteyan li eniya Hezarîn komeke girêdayî hikumeta Şamê bi mûşekên germahiyê kirin armanc.
Di encama topbaranê de, bêtirî 6 leşker hatin kuştin û birîndarkirin.
Hikumeta Şamê duh nîvê şevê jî, deverên Fitêra, Sifûhin, Kinsefra, Bara, Bênên, Riwêha û Dêr Sinbil yên başûrê Idlibê topbaran kirin..
Dewleta Tirk 70 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin
Li gel êrîş û topbaranan jî, dewleta Tirk bi awayekî rojane çekan derbasî herêmê dike..
Çavdêriya Sûrî derbaskirina 70 maşîneyên din ên leşkerî yên Tirkî ku ji panzêr û çekên giran pêk dihat di deriyê Kefer Losîn re belge kir..
Bi dewmakirina derbskirina maşîneyan, jimara giştî ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan û heya niha bû, 9 hezar û 420 maşîne..