Rûsya: Ti mafê Amerîka tune ye ku cezayan li Îranê bibire

Wezîrrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da xuyakirin ku ti mafekî qanûnî di destê Amerîkayê de tune ye ku cezayên navneteweyî li Îranê bibire.

Lavrov da zanîn ku, hewldana Amerîka ya vegerandina cezayan, “hewldaneke têkçûyî ye” û dibe ku bibe sedema jihevketina refa Konseya Ewlekariyê.

Pêncşema borî, Wezîrê Derve yê Amerîkyê Mike Pompeo ji bo birîna cezayan, Konseya Ewlekariyê fermî agahdar kiribû.

Der barê bernameya nuklerî ya Îranê de jî, Ajansa Navneteweyî ya Enerijiya Atomî ragihand ku sibe Duşemê, nûnerê wê yê giştî diçe Tehranê.

Li gorî Ajansê, wê nîqaş li ser gihîştina venêrîneran bo cihên nuklerî, bên kirin.

Her wiha ji bo xurtkirina hevkarî û pêkanîna hemû pabendiyên girêdayî misogeriyên digel Ajansa Enerijiya Atomî.

Back to top button