Rêveberiya dergeha Sêmalka: Hilgirên belgeya mayîna Iraq û Ewropayê, dikarin derbasî Başûr bibin

Rêveberiya dergeha Sêmalka ragihand ku kesên belgeya mayînê ya Iraq û Ewropayê bi wan re hebin û niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, dikarin ji îro de derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. 

Rêveberiya dergeha Sêmalka duh li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê ragihand ku “ji îro de kesên ku belgeya wan a mayîna Iraqê heye dikarin derbasî Başûrê Kurdistanê (Silêmaniyê, Dihok, Hewlêr) bibin.

Rêveberiyê eşkere kir ku rojane100 kes tenê ku li Dihokê bi cih dibin û welatiyên Ewropayê dikarin derbas bibin.

Li gorî biryara dergeha Pîşxabûr a Başûrê Kurdistanê, tevgera çûnûhatinê li dergeha Sêmalka ji 4’ê Tebaxê ve hatibû rawestandin.

Back to top button