Koalîsyona welatên Ereb, dron û mûşekeke Hûsiyan anîn xwarê

Koalîsyona welatên Ereb a li Yemenê ragihand, ku wan droneke bombekirî û mûşekeke palîstî, ku Hûsiyan ji Yemenê ber bi Erebistanê Si’ûdî ve berdabûn, anî xwarê.

Serokatiya hêzên hevbeş ên Koalîsyonê bi daxuyaniyekê ragihand, ku hêzên Hûsî, droneke bombekirî û mûşekeke palîstî, ber bi herêmên sivîlan ên li başûrê Erebistana Si’ûdî ve berdan, lê hêzên Koalîsyonê ew herdu jî anîn xwarê.

Hêzên Hevbeş ên Koalîsyonê teqez kir ku hêzên Hûsî, bi rengekî rêxistinkirî, sivîlan li bajarê Cazan dikin armanc.

Koalîsyonê diyar kir ku çekdarên ”Ensarullah” ên Hûsî, sivîlan weke mertalên mirovî, ji bo cihên ku mûşekan jê diavêjin, bi kar tînin.

Back to top button